Ednan hesen Pûr li girtigehê kitêbik wegerande Kurdî

01:33 - 26 Gulan 2013
Ajansa kurdpa:Jornalistek hewsiyê Kurd, pitûkek wegerand ser zimanê Kurdî.

Goreki raporta ajansa nûçegihaniya kurdpa, kitêba paşeroja azadî “lîbêralîsm pêştir ji dimokrasî” bi nivîsa “ Ferîd Zekerya” bîrmendê Hindî-Amrîkayî ku ji aliyê Ednan Hesen Pûr, jornalîstê girtiyê Kurd xelkê şarê Merîwan li sala 2009 de wegerandibû ser zimanê kurdî hat weşandin.

Ednan Hesen Pûr li pêşekiya wê kitêbe de nivisiye: ew kitêba li girtîgehê hatiye wergêrandin, ber wê hindê ji çi aliyek rewşik normal de nejiyaye, ber hindê ku rewşa nivîs û xwendin li girtîgehê pir cidaye ji nivîs û xwendin li dinyaya normal u azad de.

Ev jornalîstê kurd ew jî daxûyand , pirtûka “ lîbêralîsm pêştir ji dimokrasî” min li midê 2 heyvan de wergêrande bi kurdî, lê karê pêdeçon sal û nivik zêdetir kêşa.

Her wisa ku xwe bas jê kiriye, berpisên girtîgehê dest danîbûne ser kitêb û defter û nivîsên vî û her wisa teke kitêba wergêranê jî girtibûn ku paşî 6 heyvan karî bû ber pirsên girtîgehê re biselimîne ku çi karik neyasayî ne kiriye û ew karên berpirsên girtîgehê li rewşek da bûye ku ew kitêba ji aliyê wizareta ferheng û irşada islamî derfeta weşanê bo hatibû dan.
Ev jornalîstê kurd li domê de got: tinê ser protesto a beranber bi wan cur riftaran ez siza dam û çend rojik li oda teke kesî de hews kirim û ewa cara 2ê ye ku pêşgota wê kitêbê dinivîsim, ber wê hindê ku dest danibûne ser û nedidan min.

Ednan Sesen Pûr Sermaweza sala 1385 li şarê Sinê hatibû girtin û paşî bi tawana hevkarî tev yekik ji partiyên kurdên opozîsiyna hukûmeta islamiya Îran, bi dardakirinê hatibû mehkûm kirin û paş proseyek dûr û dirêj hukmê vî jornalîstê kurd bi 15 sal gitina teizîrî kêm kirin û niha li girtîgeha nawendiya şarê Sinê midê hukmê xwe diborîne.