Ebdulxenî Derwîşî bi danîna barimteyê hate azadkirin

17:19 - 2 Adar 2021

Îro Sêşemî 12`ê Reşeme, welatiyekî Kurd yê bi navê “Ebdulxenî Derwîşî” yê xelkê bajarê Urmiyê, bi danîna barimteya yek milyard Tumenî ji girtîgeha bajarê Urmiyê hate azadkirin.

Ew welatiyê Kurd 22`ê Banemera îsal bi tohmeta “hevkarîkirin digel yek ji Partiyên Kurd yên dijberê hikûmeta Îranê” ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û bo lêpirsînê bo girtîgeha îdareya Îtila`ata bajarê Urmiyê hatibû veguhastin.

Ew welatiye roja Çarşemî 21`ê Xezelwerê piştî bi dawîhatina heyama lêkolînê ji girtîgeha îdareya Îtilaata Spahê li bajarê Urmiyê bo girtîgeha wî bajarî hatibû veguhastin.

“Ebdulxenî Derwîşî” di dema binçavkirinê de li mafê hebûna parêzer û hewdîtin digel malbata xwe hatibû bêparkirin.