“Ebdulvahid Ebaszade” bona cîbicîkirina cezayê xwe, bi girtîgeha Banê xwe da nasîn

17:37 - 14 Gulan 2022

Îro Şemî 24`ê Banemerê, welatiyekî Kurd ê bi navê “Ebdulvahid Ebaszade” temen 35 sal û kurê Osman, bona cîbicîkirina cezayê xwe, bi girtîgeha bajarê Baneyê xwe da nasîn.

Ew welatiyê Kurd bi tohmeta “piropagende li berjewendiya yek ji Partiyên Kurdî” ji aliyê dadgeha Şoreş a bajarê Seqizê ya li bajarê Baneyê bi serokayetiya dadwer “Ekber Mîrzayî” bi sê meh girtîgeha te`izîrî hate cezadan û ew cezaye jî, roja Sêşemî 16`ê Xakelêweyê bi navbirî re hatiye ragihandin.

Kombûna dadgehîkirina wî welatiyê roja Sêşemî 24`ê Reşema sala 1400`an, li dadgeha Şoreş a bajarê Seqizê ya ku li bajarê Baneyê cihgir e, hatibû lidarxistin.

“Ebdulvahid Ebaszade” xelkê gundê “Kewpêça Xwarê” yê girêdayê bajarê Baneyê, roja Şemî 1`ê Sermaweza sala 1399`an a Rojî, bi bê hebûna ti belgeyên yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û roja Duşemî 17`ê Sermaweza heman salê, bi danîna barimteyê bi awayekî demkî heta dema dadgehîkirinê, hatibû azadkirin.