Ebdulselam Qadir Gelwan li bajarê Şinoyê canê xwe ji dest da

17:53 - 26 Îlon 2022

Roja Duşemî 4ê Rezberê, “Ebdulselam Qadir Gelwan”, temen 32 salî kurê “Nadir” ku di kombûnên nerizayetiyî nîşandan bi qetla hikûmetî a “Jîna Emînî” bi dijwar birîndar bibû li nexweşxaneya “Xomeynî” ya bajarê “Urmiyê” canê xwe ji dest da.

Ew kesê nerazî roja Çarşemî 30ê Xermananê, bi sedema guleyên şer ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû birîndarkirin.

Ew welatiyê nerazî di destpêkê de bo nexweşxaneya bajarê “Şino” û piştire bi sedema kûrahiya birînan bo nexweşxaneya “Xomeynî” a bajarê “Urmiyê” hatibû veguhastin.

Rêûresima bi axê sipartina wî welatiyê nerazî roja Duşemî 4ê Rezberê, li bajarê “Şino” hat lidarxistin.

Eva 4emîn kesê neraziye ku li bajarê “Şino”yê bi sedema teqeya hêzên ewlehî canê xwe ji dest daye.

Pêka hesabkirinê heta niha amara kuştiyan li bajarên Kurdistanê gihîştiye 18 kesan.