Ebdulselam Malikî: Kurdan li Bexdayê derxînin

22:30 - 9 Kanûna Paşîn 2016
Ajansa Kurdpa:”Ebdulselam malikî” endamê hevalbendiya Dewleta Yasa ji Civata Nûnerên Îraqê daxwaz kir, ku Kurdan ji Bexdayê derxînin.

Li gora raporên belavbûyî Pitşî vê ku Mes’ûd Barzanî serokê Herêma Kurdistanê ragehand ku em xwe ji referandoma serxwebûna Kurdistanê re amade dikin, û ew yek jî bû sedema nerazîbûna aliyên siyasî ên Îraqî, vê care jî Ebdulselam Malikî endamê hevalbendiya Dewleta yasa ji Civata Nûneran a Îraqê daxwaz kir ku Kurdan ji Bexdayê derxînin.

Herwisa wî aprlemantarê Dewleta Yasa dawxaz kiriye ku parleman û Hikûmeta Îraqê pişka Herêma Kurdistanê ji budceya giştî ya Îraqê veqetînin.

Wî parlermantarê Dewleta Yasa got: “Niha Barzanî bas ji rapirsiya cudabûna ji Îraqî dike, lewra hindî ku Kurdistan zûtir ji me veqete baştir e”.

Kêşeya di navbera hikûmeta nawendî ya Îraqê û Herêma Kudristanê de, piştî şerê DAÎŞ’ê kûrtir bûn, û piştî vê ku Kurdistanê bi tenê şerê DAÎŞ kir, pêgeha Herêma Kurdistanê di asta cîhanê de jî bihêz bû, û ew yek bû sedema nerazîbûna deshilatdarên Îraqî.

Hikûmeta Îraqê ji meha şeş ya sala 2013’an ve budceya Herêma Kurdistanê biriye, û ew yek jî wekî binpêkirina yasaya federal tê hejmartin.

Piştre berpirsên payebilind yên herêma Kurdistanê li vê derheqê de nerazîbûna xwe ragehandin ku serokê Herêma Kurdistanê jî pirsa serbixweyiya Kurdistanê anî rojevê, û çendîn welatên Ewropî jî di vê derheqê de piştgirî dane serbixweyiya Herêma Kurdistanê.