Ebdulla Çemen Gulî wek rahênerê tîma Netewî a Besînganê ya Îranê hat diyarî kirin

15:52 - 12 Adar 2013
Ajansa Kurdpa: Ebdulla Çeman Gulî werzişvanê Kurd ê xelkê bajarê Seqizê wek mamostayê tîma bersînganê a ferengî ya welatê Îranê hat hilbijartin.

Fêdirasiyona Bersînganê a welatê Îranê bilav kir: Bi serinc dan bi karnameya werzişî a Bersînganê , Ebdulla Çemdn Gulî wek rahênerê sereke a tîma Bersînganê ya ferengî a Îranê hat hilbijartin.

Raydarên Fêdirasiyona Bersînganê a welatê Îranê “Behram Muştaqî” û “Elî Eşkanî”wek serperestên tîma Netewî a Îranê diyar kirin.

Hilbijartina kadira Feniya tîma Netewî a Îranê li estoyê Resûl Xadim e û ew 3’ê kesane li dawiya meha Gulana 2013’an wek rahênerên tîma Netewî a Îranê tên wezîfedar kirin.

Ebdulla Çemen Gulî naskirî bi Dervêş ji dayîbûyê sala 1972’an li bajarê Seqizê ye û li temenê 8 saliyê dest bi werzîşa Bersînganê kiriye û li temenê zarokatiyê de pileyên 1,2 û 3’ê li Îranê de bi dest aniye.

Werzişvanê Kurd li Sala 1994’an di kêberkên Bersînganê li welatê Sûêdê,rahênerê tîma netewî a Îranê bû û li salên 1999’ê û 2011’ê wek rahênerê tîma ciwanên Îranê buye û her wisa li Olempîka sala 2004’an a Atinayê wek rahênerê tîma Bersînganê ya Îranê bû.

Ebdulla Çemdn Gulî li meha Çiriya Pêşîn Îsal de wek baştirîn Mamostayê Bersînganê yê Cîhanê li sala 2012’an de hatibû nasandin.