Ebas Zari’izade: Di Îranê de, şora zêdetir ji xizmetkirinê, gendel in

21:22 - 30 Nîsan 2016
Ajansa Kurdpa: Berdevkê Komîsyona Şorayan, û karûbarên navxweyî ên meclisa Îranê ragehand: Dibe em karekî bikin ku şora ber bi aliyê xizmetên civakî ve bimeşin, lê niha gendeliyên di nav şorayan de, ji xezmetên wan zêdetir in.

Li gora nûçegihaniyan, Ebas Zari’izade di gotûbêja bi nûçegihaniya “ÎLNA” re ragehand, ku tenê reng û rûyê wan şorayan wekî serdema şoreşê maye, lê niha ne pisporî, û şarezayiya wan heye, û ne jî deshilata hewce hene.

Navbirî bas ji vê jî kir ku şora di nava bajarên mezin de, li ser bingeha “cinah” û partiyan, û di bajarên biçûk de jî, li ser bingeha qewm û qebîleyan pêk tên, û mixabin nikarin tu bername û armancekî taybetî bişopînin.

Ebas Zari’izade Berdevkê Komîsyona Şorayan û karûbarên navxweyî ên meclisa Îranê, îşare bi hebûna nakokiyan di navbera şora û şaredariyan jî kir û got: “Seba vê ku gellek nakokî û netebahî di navbera şorayan û di şaristanan de heye, serkevtina şorayan gellek kêm e, û ew yek bûye sedema bêzariya xelkê ji şorayan”.

Li gora gotina navbirî ew niha li ser vê kar dikin, ku şora li gora şarezayiyê bêne danîn, û ew qas deshilat jî hebin, ku bikarin bixwe wekî parlemaneke herêmî kar bikin, û xêr û dahatekê jî bo şaredariyan peyda bikin, û şaredariyan jî baweriyeke zêde bi şorayan hebin.