DUYEMÎN KONFERANSA LÎKOLÎNVANÊN KURDE CÎHANÊ LI HEWLÊRÊ

15:10 - 10 Çirriya pêşîn 2012
Ajansa Kurdpa: Duh Konferansa Lêkolînvanên Kurde Cîhanê li Hewlêrê bi amadebûna galek nivîskar û lêkolînvanan dest bi karê xwe kir.

Li gor malperên Hukûmeta Herêmê, Ev Konferans 5 Rojan dê bidome û berpirsê li darxeriya wê Konferansê jî Profesor Alan Dîlanî ye.

Biryar e ku Mesûd barzaî, Nêçîrvan Barzanî û Erselan Bayîz jî beşdarî wê Konferansê bibin.

Ew Konferans di pêxema li hevhatina pêwendî û têkiliyên zaftir di navberî lêkolînvanên Kurd de hatiye sazkirin.

Konferansa Lêkolînvanên Kurde Cîhanê roja 9’ê Çiriya Pêşîn, bi amadebûna Sedan Lêkolînvanên Kurd ji her Çar parên Kurdistanê û sertaserî Cîhanê dest bi karê xwe kiriy.

Konferansa han Du Salan carekî tê girtin û her Salekî jî ku li Hewlêrê neyê li darxistin, dê li Amerîkaya Bakurîn an jî li Ewrûpayê bê girtin.