DUYEMÎN FISTÎVALA ŞANOYA HEWLÊRÊ DÊ AVAV BIBE

22:19 - 17 Îlon 2012
Ajansa Kurdpa: Biryar e li rojên 19 heya 25’ê Îlonê, Fistîvala Navdewletiya Şanoyê a Hewlêrê li hev bê.

Ev Fistîvale bi danîna Pêşangehek Wêneyan dê dest bi karê xwe bike û 3 deqên Şanoyê wê tê de bêne nîşan dayîn.

Rêvebirê şanoya Hewlêrê, Hîwa Suad, ji Xendan re got: Me piştî bidawîbûna festîvala yekem ya şanoya Hewlêrê, dest bi amadekariyên festîvala duyemîn kir ku dê 19’ê Îlonê dest pê bike.

Suad, diyar kir, di festîvala îsal de, 10 welatên biyanî û Herêma Kurdistanê beşdar dibin û 10 şano tên nîşandan.