Duyemîn festîvala Çîroka Kurt a Hewramî li Merîwanê birêve çû+Wêne

13:49 - 14 Adar 2015
Ajansa Kurdpa: Duyemîn Mihricana çîroka kurt a Hewramî, bi beşdariya hejmarek berçav ji çalakvanên çandî û edebi li zanîngeha Peyam Nûr a Meriwanê hat lidarxistin.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, roja çarşemî 11 sibata 2015’an, festîvala dastana Kurt a Hewramî bi helbijartina 3 berhemên sereke bi dawî hat.

Havîna borî yekem mihricana Çîrola Kurt a Hewramî bi beşdar bûna nivîskar, rûşenbîr û hezkiriyên Edebiyat û wêjeya Kurdî, ji bajarên Sine , Merîwan û Pawe li Nudşeya rojhilatê Kurdistanê bi rêve çûbû.

Kuruş Emînî yek ji endamên heyeta festîvalê di hevpeyvînelkî ligel ajansa Kurdpa ragihand: Sedema birêve çûna wan merasîman li Merîwanê, berfireh bûna vîn û hezkirina çîroknivîsînê di Kurdistanê de ye.

Birêveberên wê mihircanê jî ajansa Kurdpa re gotin: 48 çîrokên Kurt bi zimanê Kurdî (devoka Hewramî) hatine nivîsîn ku 12 berhem ji wan bo festîvalê hatibûn hilbijartin.

Kamiyan Sifriyan, Kuruş Emînî û Bedrî Şerfiyan, ji endamên heyeta dawerî a wê mihiricanê bûn ku bi hilbijartina çîrokan, dastanên bi navên “ Ew dîwî awêneke”, “Xeyal Pilaw” û “Înşa” bi rîz berhemên pileya yekem heya sêyem a wê festîvalê hesibandin.

Di wê merasîmê de helbestvanên Kurd ji bajarên Nudşe, Pawe, Rewanser, Kamyaran, Sine, Îlam û Merîwanê beşdarî kirbûn ku xatûn Giyoçî- Nivîskara çîroka kurt a “Ew dîwî awêneke”(aliyê din ê neynikê) wek kesa yekem a mihricanê hat hilbijartin.

Biryar hat dayîn sêyemîn festîvala Çîroka Kurta Hewramî a sala pêşiya me jî, li Nûdşeyê bi alîkariya Encûmena Edebî a wî bajarî bi rê ve here.
Wêne: Zirêbar nûçe

\"25368.jpg\"

\"25367.jpg\"

\"25365.jpg\"

\"25364.jpg\"

\"25369.jpg\"

\"25366.jpg\"

\"25372.jpg\"

\"25370.jpg\"

\"25373.jpg\"