Dused hezar zarokên Îranî ji xwendinê bê par in

13:50 - 4 Adar 2012
Kurdpa:berpirsekê ji Wezareta Perwerde û Hînkirinê ragehand ku li Îranê de 200 hezar zarok ji xwendinê bê par in

Fatimê Qorban ragehand ku li gor terhekê ku ji aliyê ezareta perwerdê ve bo tewaya parêzgehên Îranê hatiye şandin, divêt ew zarokên ku ji xwendinê bê parin werin nas kirin.

Li gorî gotina navbirî serjimêriya rast û durust wê sê mehên din were bilav kirin, lê tê pêşbînî kirin ku 200 hezar zarok li raserî Îranê de ji xwendinê bê par bin.

Wê her eha ragejhand ku ew zarok li herêmên çiyayî de dijîn û hijmara wan li her gundekê de ji sê kesan derbaz nabe, lewra ji xwendinê bê par dimînin.

Li gorî serjimêriyên ku heya niha rejîma Îranê bilav kirine hejmara dersxanan li Îranê de 12 milyon û 800 hezar kes e.