Dûr xistina keçe xwendekara Bokanî bi zanûngeha şarê Meraxê

13:09 - 8 Hezîran 2014
Ajansa Kurdpa: keçe xwendekarik ji xelkêşarê Bokan, bi biryara pişka karên xwendekariyê ya wizareta zanist, ji zanîngeha peyam ê nûra Bokanê bi zanîngeha peyama nûra şarê Meraxê li parêzgeha Azerbaycana rojhilat, hate dûr xistin.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa; Efsanê Bayezîdî, 28 salî, xwendekara zanîngeha peyamê nûra Bokan, ku li nawerasta heyva Xakelêwa îsal de bi 2 sal hewsa helpesartî(Teiliqî,ragirtî) hatibû mehkûm kirin, bo doma xwendin, bi zanîngeha peyamê nûra Meraxê, hate dûr xistin.

Efsanê Bayezîdî, li heyva Xezelwera sala 1392 de, bi tometa alîkarî kirin tev yekik ji partiyên Kurdan, tev birayê xwe bi navêŞaho Bayezîdî, hate girtin û paşî bi danîna barmita 100,000,000 tûmenî, hate berdan.

Ev keçe xwendekara Kurd, paşî berdan ji girtîgehê, ji aliyê parastina zanîngeha peyama nûra Bokanê de hate agadar kirin ku, heya dema rewşa yasayiya dosya te ron nebe, mafê hatin bi zanîngehêçinine.

Efsanêçend roj pêş niha de, bi amanca çon bi zanîngehê, serdana pişka karên xwendekariya wizareta zanist li Tehranê kiribû, ku li incam de bi biryara vê senterê, bi zanîngeha peyamê nûra şarê Meraxê hate dûr xistin.