Du xwendekar ên zanîngeha Razî ya bajarê Kêrmaşanê hatine desteserkirin

17:10 - 13 Kanûna Paşîn 2020

Ajansa Kurdpa: Du xwendekar ên zanîngeha Razî ya bajarê Kêrmaşanê ji aliyê hêzên Îtila`atê ve hatine desteserkirin û bo cihekî nexuya hatine veguhastin.

Li gor rapora ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Yekşemî 22`ê Befranbarê, du xwendekar yên zanîngeha Razî ya bajarê Kêrmaşanê yên bi navên “Selah Xerîbî” xwendekarê Dampizîşkî û “Nebî Terdest” xwendekarê Karnasiya Erşed ya civaknasiyê li ber deriyê zanîngehê hatine desteserkirin.

Ew du xwendekar di meşa kombûna nerizayetiyan a xwendekarên zanîngeha Razî ya bajarê Kêrmaşanê de, li derheq lêxistina balfir a Ukraynê ku ji aliyê pedafendên esmanî yên Spaha Pastaran ve hatibû xistin, hatine desteserkirin û bo cihekî nexuya hatine veguhastin.

Her di vê derheqê de, her di wê rojê de “Siyaweş Heyatî” Berdevkê kora ravêj a çalakvanê medenî yên Yarisan û endamê şêvreya rêberî a bereya yekgirtiya Kurd, li ber deriyê zanîngeha Razî ya bajarê Kêrmaşanê ji aliyê hêzên Îtila`atê ve hate desteserkirin.