Du welatiyên xelkê bajarê Şinoyê ji aliyê hêzên îtila`atê ve hatine binçavkirin

18:15 - 4 Gulan 2020

Di heyama çend rojên derbasbûyî de, ciwanekî Kurd yê bi navê “Alan Bengîn” yê temen 21 salî û xelkê gundê “Kanîreş” a ser bi bajarê Şinoyê, di dema serbaziyê de ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin û bo cihekî nexuya hate veguhastin.

Piştî binçavkirina wî ciwanê Kurd, ciwanekî din yê xelkê wî gundê yê bi navê “Yehya Îbrahîmî” yê temen 20 salî, ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin û ew jî bo cihekî nexuya hate veguhastin.

Hêzên ewlehî di gundê Kanîreşê êrîş kirine ser mala wî welatiyê Kurd û dest bi vekolîna mala navbirî kirine û herwisa hindik ji kelûpelên wî yên wekî Kampiyûtera û hin tiştin dinê de girtine û digel xwe birine.

Heya dema belavbûna vê nûçeyê ji sedema binçavkirin û cihê girtina wî welatiyê Kurd ti zanyariyek ji ber dest de nîne.