Du welatiyên xelkê bajarê Şinoyê hatine binçavkirin

16:41 - 15 Kanûna pêşîn 2020

Roja Duşemî 24ê Sermawezê, du welatiyên Kurd yên bi navên “Kemal Quytasî” xelkê gundê “Çişmegul” û “Rehman Yûsifî” xelkê gundê “Suce” yên ser bi bajarê Şinoyê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin.

Ew du welatiyên Kurd bi bê hebûna ti belgeyek yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin û piştre bo cihekî nexuya hatine veguhastin.

Heya niha lipeykevtina malbata wan du welatiyên Kurd ji derheq qeder û cihê ragirtina wan du welatiyan bê encam mane.

Heya dema belavkirina vê nûçeyê, ji qeder û tohmeta ku bi ser wan du welatiyan hatiye sepandin ti zanyariyek ji ber dest nîne.