Du welatiyên xelkê bajarê Şinoyê bi hepsê hatine cezadan

17:13 - 4 Çirriya paşîn 2020

Du welatiyên Kurd yên bi navên “Rehîm Ref`etî” kurê Mihemed û “Rehman Tabiş” kurê Murad xelkê bajarê şinoyê, ji aliyê dadgeha şoreş a wî bajarî ve bi seroketiya dadver “Rezayî” bi hepsê hatine cezadanê.

Ligor wê biryarê, ew du welatiyên Kurd her yek ji wan bi tohmeta “endambûn digel yek ji Partiyên Kurd yên dijberî hikumeta Îranê û tebanî dijî nizamê” bi 3 sal û 7 meh heps û bi tohmeta “Peywendî digel yek ji Partiyên Kurdî” bi 8 sal heps hatine cezadan.

Di heyama çend rojên derbasbûyî de, cezayê ku bi ser wan du welatiyan hetiye sepandin bi wan re hatiye ragihandin.

Pêka gotina çavkaniyekî agehdar, ji gor yasayên komkirî, cezaya eşed bo wan du welatiyên Kurd dibê bê cîbicîkirinê.

Ew du welatiyên Kurd, roja Yekşemî 15`ê Pûşperê, bi bê hebûna ti belgeyekî yasayî bi tohmeta “alîkarîkirin digel yek ji Partiyên Kurdî” ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibûne binçavkirin û bo lêkolînê bo yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê Urmiyê hatibûne veguhastin.

Meha Rezberê, ew du welatiyên Kurd piştî dawî pê hatina heyama lêkolînê, bi danîna barimteyê bi awayekî demkî di girtîgehê de hatibûne serbestkirin.