Du welatiyên Kurd li ser sînorê bajarê Şinoyê hatine kuştin û birîndarkirin

13:18 - 19 Îlon 2020

Êvara roja Pêncşemî, 27`ê Xermananê, welatiyekî Kurd bi navê “Hesen Xendepûr”  kurê “Sîracedîn” xelkê gundê  “Lulkan” a devera Deştebêl a Şinoyê, bi sedema teqaya hêzên Spaha Pasdaran canê xwe ji dest da, û welatiyekî din ê bi navê “Ereb” kurê “Mihemed” hate birîndarkirin.

Her di vê derheqê de çavkaniyeke agehdar bi Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpay”ê re ragehandiye ku, hêzên Spaha Pasdaran li çiyayên Gader li ser sînorê bajarê Şinoyê, teqe li wan du welatiyan kirine ku mijûlê çirandina ajelên xwe bûne.

Wê çavkaniyê eva jî zêde kir, ku “Ereb” piştî birîndarbûn bi teqeya hêzên Spaha Pasdaran, hate binçavkirin û bo girtîgeha Spaha Pasdaran li bajarê Neqedê hate veguhastin.

Herwisa wê çavkaniyê got, hêzên Spaha Pasdaran dest bi ser 140 terşên wan welatiyan de girtine.

“ Hesen Xendepûr “ xêzandar e û bavê 3 zarokan e.

Heya niha zanyarên rast li ser teqeya hêzên Spaha Pasdaran li wan du welatiyan ji ber dest de nîne.