Du Welatiyên Kurd Li Pîranşarê Hatin Destbiser Kirin.

12:51 - 13 Kanûna pêşîn 2011

Kurdpa: Du welatiyên Kurd ên bajarê Pîranşarê bi navê Xidir Nebî naskirî bi Mehmûd û Sidîq Berşan, xelkê gundên Kewper ji aliyê hêzên întizamî ve hatin destbiserkirin.


Li gor nûçeya nûçegihaniya Ajansa Kurdpa hêj sedema girtina wan du kesan kurd nehatiye ragihandin.

Pêka ew serjimêrita ku navenda serjimêrî ya Ajansa Kurdpa kom kiriye di destpêka meha oktebir ya îsal de heta niha 81 welatiyên Kurd li herêmên kurdakincî ên Kurdistana Îranê de hatine destbiserkirin.

Li nav wan de tenê hikma 8 kesan hatiye yekalî kirin û li ser hev bi 112 meh zîndanê hatine mehkûmkirin.

Jimareyek berçav ji wan girtiyên bi buxtana hevkarîkirin ligel yek ji opozîsyonên kurdî ên dijî Îranê hatine destbiserkirin.