Du welatiyên Kurd li gundê “Nê” yê ser bi bajarê Merîwanê hatine binçavkirin

18:03 - 24 Adar 2021

Roja Sêşemî 3`ê Xakelêwe, du welatiyên Kurd yên bi navên “Selman Efra”, kurê Rehmet û “Seywan Perto”, kurê Zorab, xelkê gundê “Nê” yê ser bi bajarê Merîwanê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin.

Ew du welatiyên kurd, bi bê hebûna ti belgeyekî yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin û bo cihekî nexuya hatine veguhastin.

Ew du welatiyên Kurd, piştî birêvebirina rêvûresma cejna Newrozê li gundê “Nê”, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehî êrîş kirine ser mala Mihemed Perwaze”, kurê Husên, lê nekarîn navbirî binçav bikin.

Selman Efra ku pêşîneya girtîgehê heye, roja Çarşemî 6`ê Xakelêweya sala 1399`an, ji girtîgeha Merîwanê ve hatib[ azadkirin.

Ew welatiyê Kurd, bi tohmeta “hevkarîkirin digel yek ji Partiyên Kurdî yên dijberê hikûmeta Îranê”, li dadgeha destpêkî bi 5 sal girtîgeha te`izîrî hatibû cezadan ku ew cezaye di dadgeha pêdaçûnê de bo yek sal girtîgeha te`izîrî hatibû kêmkirin.

Roja Şemî 30`ê Reşemeya sala 1399`an, tevî hebûna hêzên garda taybet bi awayekî berbelav bo rêgirî ji birêvebirina cejna Newrozê li gundê “Nê”, welatiyên wî gundî bi hilkirina agirê Newrozê, ew rêûresme birêvebirin.