Du Welatiyên Kurd li bajarê Urmiyê hatin binçav kirin

14:38 - 16 Adar 2013
Ajansa Kurdpa: Hêzên Îttlatî li bajarê Urmiyê, 2 welatiyên Kurd bi sedemek nediyar girtin û jibo cihek nediyar veguhastin.

Li gor nûçeya gihîştî bi ajansa nûçegihaniya kurdpa, çend rojan beriya niha hêzên Îttlatî kesek binavê “Hesen Celalî” xelkê bajarê Makoyê û akinciyê Urmiyê û Xalis Ebdî kurê Mihemed û akinciyê bajarokê Îslam Abad a bajarê Urmiyê ji aliyê hêzên Îttlatî yên Komara Îslamiya Îranê hatin girtin.

Heta dema bilav bûna vê nûçeyê, sebarî lêgerîn û dûdaçûna malbatên wan, çi zaniyariyek li ser sedem û sebebê girtina wan du welatiyane û cihê ragirtin wanli berdest de niye.

çavkaniyek haydar bi ajansa kurdpa ragehand, hêzên Îttlatî û Întizamî bi armanca pêşgirtin li birêveçûna cêjna Newrozê di nav bajarê û Urmiyê û herêmê de bilav bûne û jibilî lêgerîna malên welatiyan, hereşe û gefan ji welatiyan dixwen li egera birêvebirina cejna newrozê dêbihên zîndanî kirin.

Ji aliyek din û li gor nûçeya gihîştî bi ajansa nûçegihaniya kurdpa, Îdareya emakin a Pawê,hemû gundyar(Muxtar)û Şivrên gundan gazî Fermandariyê kirine û bi wan hatiye ragehandin ku nabe rêûresma cejna newrozê li gundan birêve biçe û dive rêgiriyê ji dîlan û daweta Keç û Kuran bihê kirin.

Her di vê pêywendiyê de roja 13’ê adarê hejimarek ji ciwan û axseqelên gundên Bêkos, Celdiyan û Badînava ya ser bi bajarê Pîranşehrê jibo Hêfazet Îttlata hêzên Întizamî hatibûn gazî kirin û gef ji wan hatibû kirin ku nabe cêjna newrozê birêve biçe.