Du welatiyên Kurd li bajarê Sewlava hatin binçavkirin

16:51 - 13 Kanûna Paşîn 2021

Roja Sêşemî 23`ê Befranbarê, du welatiyên Kurd yên bi navê “Ekrem Edwayî” temen 31 salî û Siyamek Edwayî” temen 24 salî, xelkê gundê “Silîn” ser bi bajarê sewlava, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatne binçavkirin û bo cihekî nediyar hatne vegûhastin.

Hêzên ewlehî yên ser bi Îtlaata Spaha pasdaran êrîş kirine ser gundê “Silîn” û bi bê hebûna ti belgehên yasayî ew du welatiyên Kurd binçavkirine.

Bi dudaçuna malbata wan du welatiyên Kurd, bo agehdarbûn ji qedera kurên xwe bê encam maye.

Heya dema bilavbûna vê nûçeyê, ji sedema binçavkirin û tohmeta ku bi ser wan 2 welatiyn Kurd de hatiye sepandin, ti zanyariyek li ber dest de nîne.