Du welatiyên Kurd li bajarê Baneyê hatine binçavkirin

16:29 - 7 Kanûna Paşîn 2021

Roja Duşemî 15ê Befranbarê, du welatiyên Kurd yên bi navên “Kerîm Mehmûdî û Umîd Mehmûdî” xelkê bajarê Baneyê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehî êrîş kirine ser mala kesî ya wan du welatiyan û bi bê hebûna ti belgeyek yasayî ew du welatiyên Kurd binçav kirin.

Herwisa wê çavkaniyê ragihand: “Ew du welatiyên Kurd piştî binçavkirinê bo lêkolînê bo yek ji girtîgrhên ewlehî yên bajarê Tehranê hatine veguhastin”.

Heya dema belavkirina vê nûçeyê, ji sedema binçavkirin û tohmeta ku bi ser wan du welatiyan de hatî sepandin ti zanyariyek ji ber dest nîne.

Kerîm Mehmûdî û Umîd Mehmûdî dewlemendên bajarê Baneyê ne.