Du welatiyên Kurd ji aliyê hêzên Îtila`atê ve hatine desteserkirin

15:56 - 11 Kanûna Paşîn 2020

Ajansa Kurdpa: Du welatiyên Kurd ên xelkê gundê “Dêweznav” a ser bi bajarê Sewlava, ji aliyê hêzên Îtila`atê ve hatine desteserkirin û bo cihekî nexuya hatine veguhastin.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihniya “Kurdpa”yê, heftiya derbasbûyî, hêzên Îtila`atê du welatiyên Kurd yên bi navên “Heybet Emînîzade”  kurê Fireydûn û “Qadir Mecîdpûr” kurê  Hemedulah hatine desteserkirin.

Hêzên Îtila`atê êrîş kirine li ser mala wan du welatiyên Kurd li gundê Dêweznav û binçav kirine û bo cihekî nexuya veguhastin.

Heya dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek li derheq desteserkirina wam û cihê mana wan ji ber dest nîne.