Du welatiyên Kurd di encama teqîna gulleya topê hatine kuştin û birîndarkirin

17:47 - 14 Kanûna Paşîn 2020

Ajansa Kurdpa: Du welatiyê Kurd di bajarê Ezgile ya ser bi bajarê Selas a Bawecanî, bi sedema teqîna topek pûçelnekirî hatine kuştin û birîndarkirin.

Li gor rapora ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, çend roj beriya niha, welatiyekî Kurd yê bi navê “Elî Melekî”, yê temen 22 salî, bi sedema teqîna gulleya topeke pûçelnekirî li bajarê Ezgile, canê xwe ji dest da û herwisa ciwanekî din yê bi navê “Arman Melekî”, yê temen 19 salî, bi dijwarî hate birîndarkirin.

Di wê bûyerê de, “Arman Melekî”, ling û qûlê destê wî yê rastê birîndar bû û bo tedawîkirina pizîşkî bo nexweşxanê hate veguhastin.

Karnas sebeba teqîna wê gulleya tope, destkarî kirin dane zanîn.

Aliyê kêm 16 mîlyon mîn di panahiya 4 milyon û 200 hiktar di zeviyên parêzgeha Urmiyê, Sine, Îlam û Xûzistanê de hene.