Du welatiyên Kurd bi 15 sal hatine cezadan

11:49 - 14 Kanûna Paşîn 2020

Ajansa Kurdpa: Du welatiyên Kurd ên xelkê bajarê Merîwan û Kirmaşanê ku di meşa kombûna nerizayetiyên meha Xezelwerê de hatibûne binçavkirin, bi 15 sal hepsa te`izîrî hatine cezadan.

Pêka nûçeya ku gihîştiye Ajansa nûçegihaniya “Kurdpa”yê, welatiyekî Kurd ê bi navê “Piştewan Efser” ê xelkê gundê “Nê” a ser bi bajarê Merîwanê, ji aliyê taya 2 a dadgeha îngilab a bajarê Sineyê ve, bi tohmeta “alîkarîkirin digel yek ji Partiyên Kurd ên Opozisiyon ên dijî hikûmeta Îranê, bi 9 sal hepsa te`izîrî hate cezadan.

Ew welatiyê Kurd roja Sêşemî 28`ê Xezelwerê, di meşa kombûna nerizayetiyan de hetibû binçavkirin, û roja Şemî 23`ê Sermawezê bi danîna barimteya 400 milyon tumenî bi awaykî demkî hatbû azadkirin.

Ji aliyek din ve jî, roja Duşemî 23`ê Befranbarê, dadgeha îngilab a bajarê Kirmaşanê, welatiyekî Kurd ê bi navê “Mubîn Muradî” ê xelkê bajarê Kirmaşanê bi tohmeta “alîkarîkirin digel yek ji Partiyên Kurd ên Opozisiyon ên dijî hikûmeta Îranê”, bi 6 sal hepisa te`izîrî ceza da.

 Ew welatiyê Kurd, di meşa kombûna nerizayetiyên meha Xezelwerê de hetibû binçavkirin, û piştî dawî pêhatina lêkolîna wî, navbirî bi danîna barimteya 200 milyon tumenî ji girtîgehê hatibû berdan.