Du welatiyê Kurd di girtîgeha bajarê Urmiyê de bi awayekî demkî hatine azadkirin

18:13 - 7 Nîsan 2020

Roja Sêşemî 19`ê Xakelêwe, du welatiyên Kurd yên bi navên “Şehram Kazimyan û Mihemed Qizilbaş”, xelkê bajarê Urmiyê, bi danîna barimteyê bi awayekî demkî di girtîgeha navendî a wî bajarê de hatine azadkirin.

 “Şehram Kazimyan” bi danîna barimteya 200 milyon tumenî heya dema biryara dedgeha pêdaçûnê bi awayekî demkî hate azadkirin û herwisa “Mihemed Qizilbaş” bi danîna barimteya 100 milyon tumenî bi awayekî demkî heya dema dadgahîkirina wî hate azadkirin.

Taya 2 a dadgeha şoreş a bajarê Urmiyê bi serokayetiya dadwer “Şêxlû”, Şehram Kazimyanî bi 5 sal hepsa te`izîrî ceza dabû û ew cezaye jî roja Sêşemî 20`ê Reşeme ya sala 1398`an, bi wî hepsiyê Kurd di girtîgeha bajarê Urmiyê de hate ragehandin.

Roja Şemî 12`ê Rêbendanê, ew welatiyê Kurd piştî yek meh lêkolînê di girtîgeha îdareya Îtila`atî a bajarê Urmiyê de, bo girtîgeha navendî a wî bajarê hatibû veguhastinê.

Navbirî, roja Çarşemî 11`ê Befranbarê, bi bê ti belgeyekî yasayî ji aliyê hêzên Îtila`atê ve hatibû desteserkirinê.

 “Mehemed Qizilbaş”, rêketa 4`ê Reşeme ya sala 1398`an, ji aliyê hêzên Îtila`atê ve hatibû binçavkirin û piştî du heftiyan di girtîgeha Saziya Îtila`at a Spaha Pasdaran di bajarê Urmiyê de bo girtîgeha navendî a wî bajarê hatibû veguhastin.

Ew welatiyê Kurd, xelkê bajarê Urmiyê ye û piştî Sê heftî hepskirin di bendên “Telaş û Emînî” ya bajarê Urmiyê de, roja Înê 8`ê Xakelêwe, bo benda hepsiyên siyasî hatibû veguhastin.

Hêzên Îtila`atê ew welatiyê Kurd bi tohmeta alîkarîkirin digel yek ji Partiyên Kurd yên dijberî hikûmeta Îranê” binçav kiribûn.