Du welatî li encama teqîna gulleyên şer li ser sînorê bajarê Seqizê canê xwe ji dest dan

18:31 - 10 Tîrmeh (Temûz) 2021

Êvareya roja Pênşemî 17`ê Pûşperê, teqîna gulleyeke bicihmayî ya şerê di navbera Îran û Îraqê de li nêzî gundê “Bestam” li sînorê Sêyf, bo bi sedema canjidestdana du welatiyan.

“Îsa Bazyar”, Çalakvanê Mafê Mirov li warê qurbaniyên teqîna mînê, li hevpeyvendiyekê digel Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê de nasnameya wan du welatiyan “Reşîd Ehmedîzade”, xelkê gundê “Qarince” û “Mesûd Necefî”, xelkê gundê “Qerebilax” ên ser bi bajarê Bokanê ragihandiye.

Wî Çalakvanê Mafê Mirov gotiye: “Ew du welatiyane bi sedema dijwariya birînên xwe demûdest canê xwe ji dest dane, û li wê deverê wekî deverên din bi şaşî hatiye ragihandin ku li her cure mîn û keresteyên şerî hatiye paqijkirin, eva jî di halekê de ye ku li wê deverê mîn û kerestên şer berdewam qurbaniyan digire.

Pêka raporên çavkaniyên xwecihî, ew du welatiyane ku xelkê bajarê Bokanê bûne bi kirîgirtina çîringehek li gundê Bestam, mijûlê çirandina pez û malatan bûne ku bi sedema hilkirina agir li nêzê gulleyê ji aliyê wan du welatiyan ve, gulle gerim bûye û di encama teqînê de, wan canê xwe ji dest daye.