Du welatî li Bane di encama teqîna mayînê de kêmendam bûn

01:42 - 5 Kanûna pêşîn 2018
Ajansa Kurdpa: Du welatiyên navçeyeke girêdayî bajarê Bane ku di encama teqîna mayînê de birîndar bibûn, piyên xwe ji dest dan.

Li gor zanyariyên ajansa nûçegihaniyê a Kurdpa, “Kamyar Ebdullahî” 30 salî û “Sefer Rehmanî” 35 salî li navçeya Hengejale a Bane rastî teqîna mayînê hatin û di encamê de bi tundî birîndar bûn.

Cavkaniyeke haydar di vê derbarê de got ku di encama bûyerê de Sefer Rehmanî piyê xwe ê çepê û Kamyar Ebdullahî jî piyê xwe ê rastê ji dest daye.

Vê çavkaniyê got jî ew mayîna ku hatiye teqîn, ji cureya mayînên dijînefer ên hejmar çar bûye ku di nav kendalekê de hatibû veşartin.

Karnasekî pûçkirina mayînan di derbarê çawaniya karê wan mayînan de ji nûçegihanê Kurdpa re got ku ew mayîn, çargoşeya çarçik a şeşalî (mukeeba mustetîl) bûye ku rengê wan keskê zeytûnî ye û bi pilastîkê hatine vepêçîn. Kêşa mayîna hejmar çar, 350 gerem e ku 200 gerem madeyên teqînê têde ne û bi şidandina bi qasî şeş heya heşt kîloyan jî diteqe.

Vî karnasê pûçkirina mayînan ku nexwest navê vî eşkere be, got jî ku ew mayîn li Îran û Îsraîlê hatine berhemanîn û bi şidandina pilastîka kesk, mayîn diteqe. Kêşa madeyên teqînê jî, ji kêşa rûyê mayînê bixwe zêdetir e û ev jî dibe sedema xesareke zêdetir û demlidest, piyê wî kesî qut dibe ku diçe ser mayînê. Ji van mayînan re, mayîna pidalî a Îsraîlî jî tê gotin.