Du welatî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin

18:00 - 9 Îlon 2021

Roja Duşemî 15`ê Xermananê, du welatiyên Kurd ên bi navên “Bêhrûz Ezîzî”, temen 40 salî, kurê Mihemedsalih û herwisa “Resûl Ezîziyan”, temen 50 salî, kurê Mihemed û xelkê gundê “Mîrava” yê ser bi devera Jaweroya bajarê Sineyê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin û bo cihekî nexuya hatine veguhastin.

Hêzên ewlehî bi bê hebûna ti belgeyekî yasayî ew du welatiyane binçavkirine û heta niha li peykevtinên malbatên wan bo agehdarbûn ji qedera wan, bê encam maye.

Ew du welatiyane xîzandar û xwedî zarok in û berê jî, ew du welatiyane ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibûne binçavkirin.

Heya dema belavbûna wê nûçeyê, ji sedema binçavkirin û tohmeta ku bi ser wan  du welatiyan de hatiye sepandin ti zanyariyek ji ber dest nîne.