Du sal heps bi ser ciwanekî xelkê bajarê Mehabadê de hate sepandin

18:13 - 4 Gulan 2020

Dadgeha şoreş a bajarê Mehabadê ciwanekî xelkê wî bajarî yê bi navê “Bêhnam Elyasî” kurê “Fetah” bi du sal heps ceza da.

Dadgeha şoreş a bajarê Mehabadê, ew ciwanê Kurd bi “alîgirê yek ji Partiyên Kurd yên dijberî hikûmeta Îranê” tohmetbar kiriye.

Ew ciwanê Kurd, roja Înê 14`ê Befranbarê, piştî êş û îşkenceyê ji aliyê hêzên îtila`atê ve, bi bê hebûna ti belgeyekî yasayî hatibû binçavkirinê.

“Bêhnam Elyasî” di heyama binçav kirinê de ji “destpêragihîştin bi parêzer” bê par bûye.