DU PERTÛKÊN NÛ LI “SINE”YÊ DERKETINE HOLÊ

16:10 - 9 Çirriya pêşîn 2012
Ajansa Kurdpa: Pertûka “Diyaspora” ji “kambîz Kerîmî” û îroniyên laxirdiye “Tenza Sor” ji Dr. Esed Erdelan li Sineyê hatineweşandin û perde ji ser wan haterakirin..

Li gor nûçeyê Kurdpress, Ev Du berhem ku ji nivîsên Yekem ên weşandî ji aliyê weşanxaneya “Jiyar” têne hesibandin, Duh Duşembê bi amadebûna gelek ji nivîskar û helbestvan û hunermendan perde ji ser wan hatehildan.

\"9331.jpg\"
Kerîmî ji dayîkbûyê bajarê Sine ye ku di gelek ji rojname û kovarên Kurdî de xebat kiriye û çend pertûkên Farsî û Kurdî jî heya niha weşandine.

Dr. Esed Erdelan jî, ji dayîkbûyê bajrê Dêgulan a Sine ye ku mamostayê Zanîngehên Tehranê û Yek ji Kurdên çalak e ku di Civata Kurdên Akinciye Tehranê de dixebitin.