Du mamostayên Kurd naznavê mamostayên fîdakar ên Îranê bi dest xistin

20:24 - 29 Kanûna pêşîn 2015
Kurdpa: Duhemîn festîvala mamostayan bi nasandina 13 mamostayên fîdakar bi rê ve çû ku di navbera wan de 10 mamosta ji aliyê Wezîrê Perwerde û fêrkirinê rêz ji wan hat girtin.

Ev mamostayane serbarê karên xwe, karên herî baş û mezin di hember dersxwanan kirine.

Di navbera wan 13 mamostayan de, navê du mamostayên Kurd jî xûya ye ku yek ji wan mamostayan wek yekem mamostayê fîdakar a Îranê û yê din jî 12’hemîn mamostayên fîdakar ê Îranê hatin naskirin.

Navê wan du mamostayan pêk tê ji:
1- Sureya Moteherniya li parêzgeha Sine bi sedema nasandin û piştevanî kirin li 90 dersxanan û dabînkirina têçûya derman, nasandina 220 dersxanên destkurt û heja û dana têçûya 60 xwendekaran, bidawîdeçon bo 42 neştergerî serwey pisporî bo dersxwanan heya encama dawiya çareserî û xerca dersxanên pêdvî bi neştergeriya ciwankariyê li parêzgeha Sine li sala 1394 kêşare stûyê xwe.

12- Şewbo Yûsifî li parêzgeha Sine bi sedema rizgar kirina dersxwanan ji agirgirtinê xwendingehê, dabînkirina pertûk, amûrên pêdvî ên xwendingehê, berçawk û têşta dersxwanên destkurt û hejar, alîkarî kirina dersxwanan bo dirêjedan bi xwendin û bixasmanî ev dersxwanên ku ji nexweşiyên taybetî azarê dikişînin û herwisa alîkariya madî û me’newî bo nivîsîngeh û xwendingehan û alîkarî bo dersxwanên gundên dûr bo dirêjedan bi xwendinê kiriye.