Du kolberên Kurd li sînorê Newsûdê hatine birîndarkirin

17:13 - 8 Çirriya paşîn 2020

Êvara roja Şemî 17`ê Xezelwerê, du kolberên Kurd li sînorê Newsûdê, ji aliyê hêzên leşkerî yên hikûmetê ve yên bi navên “Rizgar Husênî” xelkê gundê “Bilebizan” ê ser bi bajarê Paweyê û “Yûsif Rizgar” xelkê gundê “Mîrava” ê ser bi bajarê Selas a Bavecanî, hatine birîndarkirin.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, li encama bosedanîna hêzên leşkerî yên hikûmetê li ser rêya kolberan li sînorê Newsûdê, ew du kolber hatine birîndarkirin.

Herwisa wê çavkaniyê ragihand: “Di wê bûyere de, “Rizgar Husênî” lingê wî 7 gulleyên pilastîkî ber kevtine”.

Wê çavkaniya agehdar got: “Ew du kolberên Kurd bo tedawiya pizîşkî bo nexweşxaneya “Taliqanî” a ser bajarê Kirmaşanê hatine veguhastin.

“Rizgar Husênî” temen 37 salî kurê Ellahkerem, xîzandar û xwediyê du zarokan e.