Du kolberên Kurd li ser sînorên parêzgeha Urmiyê hatin kuştin

22:10 - 9 Tebax 2018
Ajansa Kurdpa: Du kolberên Kurd yên xelkên bajarên Selmasê di encama gullereşandina hêzên leşkerî yên Hikûmeta Îranê li ser sînorên bajarê Urmiye û Şinoyê, jiyan xwe ji dest dane.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa “Kurdpa”yê, roja Çarşemî 17`ê Temûzê, kolberê Kurd yê bi navê “Cawîdan Hekarî” temen 25 salî kurê “Zobeyd” xelkê gundê “Kelereş a xwarê” a girêdayî devera Şipîran a ser bi bajarê Selmasê di encama gullereşandina hêzên leşkerî yên Hikûmeta Îranê li ser sînorên bajarê Şinoyê, jiyana xwe ji dest daye.

Ev kolberê Kurd xêzandar e, û ji aliyê hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê yên li binkeya leşkerî a gundê “Hê” a girêdayî bajarê Şinoyê rastî gullereşandinê hatiye.

Hevdem roja Çarşemî 17`ê Temûzê termê kolberekî din yê Kurd yê bi navê “Haşim Tehoryan” temen 23 salî kurê “Esxer” xelkê gundê “Solînk” a girêdayî devera Şpîrana bajarê Selmasê piştî derbazbûna sê rojan bi ser gullereşandina rasterast a hêzên leşkerî yên Hikûmeta Îranê, li ser sînorê “Berde Sor” a girêdayî devera Sîlwana a ser bi bajarê Urmiyê, peyda bû.

Ev kolberê Kurd xêzandar e, û xwediyê zarokekî ye.

Termê van du kolberên Kurd piştî veguhastina van ji bo pizîşkê yasayî, di encama hewlên kesûkarên wan, radestî malbatên wan hatne kirin.