Du kolberên Kurd li ser sînorên Bane û Serdeştê hatine birîndarkirin

10:57 - 1 Kanûna pêşîn 2020

Roja Duşemî 10ê Sermawezê, kolberekê Kurd yê bi navê “Şîrwan Mûsapenahî” xelkê “Nelas” yê ser bi bajarê Serdeştê bi sedema teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetê li ser sînorê wî bajarî hate birîndarkirin.

Ew kolberê Kurd li ser sînorê “Nokan” yê bajarê Serdeştê bi bê agehdarkirina berê rastî gullereşandinê hat û bo çareseriya pizîşkî bo navenda dermanî ya bajarê “Qeladizê” li Başûrê Kurdistanê hate veguhastin.

Di heman rojê de, kolberekê din yê bi navê “Xizir Resûlî” xelkê bajarê Baneyê bi sedema peyketin hêzên leşkerî yên hikûmetê li ser sînorê “Nenor” yê ser bi wî bajarî ji bilndahiyê ketiye û birîndar bûye.

Ew kolber bo çareseriya pizîşkî bo navenda dermanî li bajarê Banê hate veguhastin.