Du kolberên Kurd li ser sînorê bajarê Urmiyê birîndar bûn

20:14 - 29 Îlon 2018
Ajansa Kurdpa: Du kolberên Kurd yên xelkê bajarê Selmasê, ji ber gollereşandina rasterast ya hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê, li ser sînorê bajarê Urmiyê birîndar bûn.

Li gorî raporta ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, sibezoya roja Şemiyê 7`ê Rezbera 1397`an (29`ê Îlonê), du kolberên Kurd xelkê bajarê Selmasê yên bi navên “Ebdulezîz Fenekî” û “Mîrhac Elîzade” ji ber gollereşandina rasterast ya hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê, li ser sînorê bajarê Urmiyê birîndar bûn.

Ev du kolberên Kurd di çiyayên bi navê “Çilmîrê Şehîdan” rastî vê bûyerê hatine, û ji bo çareseriyên pîzişikî ev bo navendên saxlemiyê veguhaztine.

Pîzişkan rewşa giştî ya “Ebdulezîz Fenekî” bi sedema kurbûna birînan, xirab ragehandine.

Her di vê pêwendiyê de, roja Sêşemî 3`ê Rezberê, du kolberên din yên Kurd yên bi navên “Ebidula Mihemedzade” xelkê gundê “Tînal” a girêdayî bajarê Merîwanê, û “Elî Nadirî”, xelkê gundê “Guntu” a girêdayî Dîwanderê ji ber teqîna mîn, li ser sînorê bajarê Merîwanê canê xwe ji dest dane, û kolberekî din yên bi navê “Hemîd Se`îdî” kurê “Seyîd Mihemedemîn” xelk gundê “Baînçub” a girêdayî bajarê Sine, di vê bûyerê de birîndar bûye.

Ev 3`ê kolberên Kurd li ser sînorê “Drvran” a bajarê Merîwanê, ji ber teqîna mînên çandî yên ji aliyê Spaha Pasdaran, rastî vê bûyerê hatine.