Du kolberên Kurd ji emelîyata pizîşkî bêpar mane

11:55 - 10 Kanûna Paşîn 2020

Ajansa Kurdpa: Du kolberê Kurd ên xelkê devera Qutor a ser bi bajarê Xoyê, bi sedema tinebûne pere û destkurtî, ji emelîyatat pizîşkî bêpar mane.

Pêka nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, du kolberên Kurd yên bi navên “Elî Yûsifî” kurê Mihemed, temen 25 salî û “Bêhnam Elîzade” kurê  Husên ê xelkê gundê Belcuk a ser bi devera Qutor a girêdayê bajarê Xoyê bi sedema rewşa nebaşa malî ya wan, şiyana dana pere bo nexweşxaneya Şuheda a bajarê Tewrêzê nînin ku wan emelîyata pizîşkî bikin.

Pêka çavkaniyeke agehdar pizîşkên nexweşxaneya şuheda ya ser bi Tewrêzê, li dermankirina wan du kolêberan xwe dûr xistine.

Herwisa wê çavkaniyê daye zanî, ew du kolber li heyam pênc rojin ku çavnihêrê emeliyatkirina pizîşkî ne.

Êvara roja Şemî, 14`ê Befranbarê ew du kolber bi gullereşandina rasterast a hêzên hikûmeta Îranê hatibûne birîndarkirin û bo tedawiya pizîşkî bo nexweşxaneya şuheda a bajarê Tewrêzê hatibûne veguhastin.