Du kolberên Kurd hatne kuştin û birîndarkirin

14:30 - 25 Çirriya pêşîn 2018
Ajansa Kurdpa: Gullereşandina rasterast ya hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê li ser sînorê bajarê Selmasê kuştin û birîndakirina du kolberên Kurd li pey xwe aniye.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajnasa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Sêşemî 1`ê Xezelwerê komek ji kolberên Kurd li ser sînorê devera Şipîran a girêdayî bajarê Selmasê rastî boseya hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê hatin, û di encama gullereşandina hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê de, kolberê Kurd yê bi navê “Feramerz Cilîbaqo” temen 26 salî kurê “Hemîd” canê xwe ji dest dide, û kolberekî din yên Kurd jî yê bi navê “Zakirî Cilîbaqo” temen 30 salî û kurê “Usman” bi dijwarî birîndar dibe.

“Zakirî Cilîbaqo”, bo çareseriyên pîzişkî bo nexweşxaneya bajarê Selmasê hatiye veguhastin, û rewşa giştî ya wî xirab hatiye ragehandin.

Ew du kolberên Kurd ku bi hev re kurmam in, bo dabînkirina bijêva jiyana xwe, dest bi karê kolberiyê li ser sînorê wî bajarî kiribûn.

Hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê, ji nêzîk ve û bi bê hişdarîdana pêştir ev du kolberên Kurd kirine armanca gulleyên xwe.

wêne: “Feramerz Cilîbaqo”