Du kolberên Kurd di encama gullereşandina rasterast a hêzên hikûmetî de birîndar bûn

22:20 - 28 Tebax 2018
Ajansa Kurdpa: Gullereşandina rasterast a hêzên leşkerî yên Hikûmeta Îranê li ser sînorê “Şêx Sile” a ser bi bajarê Selas a Babacanî a girêdayî parêzgeha Kirmaşanê, birîndar bûna du kolberên Kurd li pey xwe anî.

Li gorî raporta ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, Îro Sêşemî rêkefta 6`ê Xermanana 1397`an (28`ê Tebaxê) du kolberên Kurd yên bi navên, “Bextiyar Muradpûr” xelkê gundê “Kîsle” û “Erkan Kakeyî” ku ji cihê akincîbûna vî tu zanyarek ber dest tune ye, li ser sînorê “Şêx Sile” a girêdayî Selas a Babacanî a ser bi parêzgeha Kirmaşanê ji ber gulleberdana rasterast a leşkerên Hikûmeta Îranê birîndar bûne.

“Bextiyar Muradpûr” ji aliyê pê xwe ve birîndar bûye, û ev du kolberên Kurd ji bo çareseriyên pizişkî bo navenda tendrûstiyê vaguhastine.

Roja Duşemî 5`ê Xermananê jî , girûpek ji kolberên Kurd li nêzîkî gundê “Singir” a girêdayî bajarê Makoyê, rastî gullereşandina hêzên leşkerî yên Hikûmeta Îranê hatibûn û di encamê de jî kolberê Kurd yê bi navê “Usman Qedîmî” bi dijwarî birîndar bûye.

Ev kolberê Kurd di encama gullereşandina rasterast a hêzên hikûmetî de, ji aliyê pişta xwe û herwisa pê xwe ve bi dijwarî birîndar bûye, û navbirî ji bo çareseriya pizişkî bo nexweşxaneya bajarê Tevrêzê veguhastine.