Du kolberên Kurd bi teqeya rasterast ya hêzên leşkerî li ser sînorê Urmiyê hatin kuştin û birîndarkirin

23:12 - 24 Hezîran 2017
Ajansa Kurdpa: Bi sedema teqeya rasterast ya çekdarên henga sînorî ya hikûmeta Îranê li ser sînorê di navbera Urmiye û Tirkiyê, kolberekî Kurd jiyana xwe ji dest da, û kesekî din jî bi giranî birîndar bû.

Li gora nûçeya gihîştî bi Ajansa Kurdpa, şeva borî 2`ê Pûşperê du kolberên Kurd li ser sînorê di navbera Urmiye û Tirkiyê, bi sedema teqeya rasterast ya hêzên leşkerî ên Îranê, hatin kuştin û birîndarkirin.

Nûçegihanê Kurdpa li Urmiyê nasnameya vî kolberê kuştî Murad Erebî kurê Tacedîn xelkê gundê Enbê a ser bi navçeya Mirgewer ragehand.

Nûçegihanê Kurdpayê herwisa got ku ew bûyera di geliyê Kendalokê a ser sînorê Urmiye û Tirkiyê rû daye.

Wî nûçegihanî bas ji vê jî kiriye, ku di vê bûyerê de, kolberekî din bi navê Kardîn Erebpûr kurê Qasim bi giranî birîndar bûye.

Çavkaniyeke agehdar di vê derheqê de ragehand ku termê vî kolberê kuştî, li ser sînorê Tirkiyê heya niha nehatiye radetskirin. Ew kolber temenê wî 34 sal in, û sê zarokên wî hene.

Herwisa roja Pêncşemiyê 1`ê Pûşperê kolberekî Kurd bi navê Mihemed Mesailîferd (Dabiran) bi teqeya rasetrast ya hêzên Întizamî ên hikûmeta Îranê ên cihgir li Binkeya Necefî a Pîranşarê hate kuştin.

Heyamekê berî niha 250 çalakên medenî û siyasî ên Kurdistana Rojhilat di nameyeke servekirî de, tevî sersaxîkirina li malbatên kolberên kuştî, ên xelkê bajarê Serdeştê, û kolberên din ên kuştî di van çend salên dawiyê de, nîgeraniya kûr ya xwe û bêzariya xwe ji her cure serederiyeke tundûtîj digel kolberên Kurd û mesela kolberan eşkere kir.

Herwisa roja 25ê Cozerdanê nûnerê Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistana Îranê-Jinêv di 35.mîn civîna Şêvra Mafê Mirovan a NY de basek li ser girtiyên siyasî û kolberên Kurd pêşkêş bi vê rêkxirawê kir, û daxwaz kir ku komîsyonek bo lêkolîna li ser rewşa mafê mirovan li Îranê de pêk bê.