Du kolberên Kurd bi teqeya hêzên leşkerî ên Îranê jiyana xwe ji dest dan

23:02 - 4 Îlon 2017
Ajansa Kurdpa: Di doma teqeya rasterast a hêzên hikûmeta Îranê, bo ser kolberên Kurd yên bajarê Banê, du kolberan jiyana xwe ji dest dan.

Li gora nûçeya gihîştî Ajansa Kurdpa, îro demjimêr 6`ê serê sibê, 13`ê Xermana 1396`an, du kolberên kurd xelkê bajarê Banê, ketne ber destrêja gulleyên hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê.

Nûçegîhanê Kurdpayê nasnameya wan du kolberên kurd Heyder Ferecî temen 21 salî xelkê gundê “Şeşe” û yê din jî mam Qadir Behramî temen 45 salî xelkê gundê “Vizmelle” ragehandiye.

\"\"Mam Qadir Behramî xêzandar û xadiyê 4 zarokan e. Ev du kolberên Kurd li nêzî gundê Hengejale a ser sînorê bajarê Banê, ketne ber destrêja gulleyên hêzên hikûmetê.

Çavkaniyeke haydar derheqê vê bûyerê de, ji Ajansa Kurdpayê re ragandiye ku: \"Malbatên her du kolberên Kurd yên ku hatine kuştin, fermandarê bajarê Banê wekî sebebkarê serekî yê vê bûyerê dizanin, û dibêjin ku teqekirin li wan kolberan li ser biryara Mihemed Felahî fermandarê bajarê Banê bûye\".

Wê çavkaniyê herwiha daye zanîn ku: \"Bi sedema canjidestdana wan du kolberên kurd, hevwelatiyên bajarê Banê ji bo nîşandana nerazîbûna xwe li hember vê bûyerê, li ber deriyê fermandariya wî bajarî kom bûne\".

Malbatên wan du kolberên kuştî daxwaza dadgehîkirina bikujan kirine.

Kuştina berfireh a kolberan di halekî de ye ku, di demên derbazbûyî de jî, cêhgirê siyasî û ewlehî û civakî yê parêzgeha Sine ragehandibû ku: \"Bi eşkereyî dikarim bêjim ku di dema hatine ser kar a dewleta \"tedbîr\" û \"omîd\" heta niha, tenê yek kolber jî li ser sînorên kurdistanê nehatine kuştin, yan jî birîndarkirin.

Heta niha tu kesayetiyekî hiquqî û heqîqî, derheqê teqekirina rasterast a li kolber yan jî kasbkarên li ser sînorên kurdistanê, lêpirsîn jê nehatiye kirin, û dosiyeya dadwerî (qezayî) ya kesên birîndar yan jî kesên ku jiyana xwe ji dest dane, bi maneya \"parastina sînoran\", negihîştiye encameke rohn û zelal.