Du kolberên din li sînorên Kurdistanê de bûne gorî

13:51 - 10 Tebax 2015
Ajansa Kurdpa: Li doma kuştina kolberên kurd de, du kolberên din yên kurd bi sedema teqeya hêzên nîzamî li deverên sînorî ên bajarê serdeştê de bûne gorî.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, roja şemî, 8’ê Tebaxa 2015’an, du kolberên din ên kurd li deverên sînorî ên Serdeştê bûne armanca teqeya rasterast ya hêzên leşkirî ên rejîma Îranê û li encamp de yek ji van kolberan jiyana xwe ji dest da û kolberek din jî bi dijwarî birîndar bû.

Nûçegihanê kurdpa li bajarê Serdeştê, nasnameya kolberê kujer bi “M. H” da zanîn.

Çavkaniyek haydar li bajarê Serdeştê bi nûçegihanê Kurdpa re ragihand: Ew kolberê ku jiyana xwe ji dest da, maldar û bavê 4 zarokan e û jib o bidestxistina bijîva jiyanê rû ji pîşeya kolberiyê li devera Serdeştê kiribû.

Çavkaniya han herweha da zanîn ku hêzên hikûmeta Îranê bi bê hişyarkirinê, ew du kolber dan ber gulleyan û yek ji wan kuştin û yê din jî birîndar kirin.

Yek ji sedemên geşekirina diyardeya kolberiyê, nebûna derfetên karî û buhanedan bi sermayeguzariyên hikûmetî li deverên kurdakincî û pênaseya nedurust ji aboriya ser sînoran e dibe sedem ku xelk li pey kar de bigerin û li encamp de rû ji pîşeyek weha metirsîdar ya kolberiyê bikin.