Du kolberên din bi sedema teqeya hêzên leşkerî hatine birîndarkirin

17:39 - 28 Çirriya paşîn 2021

Roja Pêncşemî 4`ê Sermawezê, du kolber ên bi navên “Mîlad Ehmedî”, xelkê Selasa Bavecanî û “Îhsan Hebîbî” xelkê bajarê Merîwanê, bi sedema teqeya hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê li ser sînorê bajarê Newsûdê, hatine birîndarkirin.

Hêzên leşkerî bi bê agehdarkirina berê teqeya rasterast li navbiriyan kirine.

Ew du kolbere bo tedawiya pizîşkî bo navendên dermanî hatine veguastin.

Her di wê derheqê de, şeva Pêncşemî 4`ê Sermawezê, du kolber ên bi navên “Pûrya Weysî” û “Feryad Weysî”, bi teqeya hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê li ser sînorê bajarê Newsûdê hatine birîndarkirin.