Du kesên Selefî li bajarê Ciwanroyê ber çavê xelkê Şelaq ji wan hat lêxistin

13:28 - 10 Kanûna Paşîn 2013
Ajansa Kurdpa: 2 kesên Selefî li bajarê Ciwanroyê bi hukmê dadgeha vî bajarî ber çavên xelkê şelaq ji wan hate lêxistin.

Li gor nûçeya gihiştî bi Ajansa Kurdpa: sibêdeya roja Çarşem berwar 20’ê Befranbar, du kesên Selefî ên bi navê “Mehdî Esxer Zade” û “Nasih Mirvetî” kurê Fetila bi tawan azar û ezyeta wilatiyan û kesên cûda hizirê xwe, pêka hukmê ser dozgeriya bajarê Ciwanroyê her yek ji wan bi 164 Şelaqan li ber çavê xelkê hatin mehkûm kirin û hukmê han birêve çû.

çavkaniyek haydar bi Ajansa Kurdpa,ê ragehand:ew du kesane di heyamê bihûrî de li hemû gerek ên bajarê Ciwanroyê geriyabûn û dest bi azar û ezyeta kesên cûda hizrên xwe kiribûn û li çend cihan şer û alozî çêkiribûn.

çavkaniya han base vê yekê jî kir ku ew du kesane çûne bo xwendingeheka Kiçane û bo heyamê çend demjimêran jibo rakêşana wan bo aliyê Selefî bûnê, qise kirine.