Du kes ji çalakvanên tora civakî ya “Instagram”ê hatine binçavkirin

17:49 - 23 Gulan 2020

Berpisê Polîsê Agehî yê hêzên Întizamî ya parêzgeha Îlamê bas dike ku 2 kes ji birêveberên “peyçe”ên “Instagram”ê, di bajarê Îlamê de hatine binçavkirin.

Elî Mêhrî got: “Ew du kesane bi hegera balavkirina nûçeyên nerast li derheq dizîna dirav û zêr li ser tora civakiya “Instagaram”ê, hatine binçavkirin.

Pêka wî berpirsê leşkerî, ew du “peyç”ên “Instagram”ê, nêzî 90 hezar kes “follower” hene û li ser nirxa zêr, sike û dirav, nûçeyên nerast belav kirine û bi awayeke neyasayî çalakî kirine.

Berpirsê Polîsê Agahiya hêzên Întizamî ya Îlamê, her çiqas ku ti basek ji navên wan kesan nekiriye, lê ragihandiye ku ew 2 kesane bona lêpirsînê radestî navendên dadweriyê kirine.