Du kedkarên xelkê bajarê Xoyî canê xwe ji dest dan

20:05 - 19 Çirriya paşîn 2018
Ajansa Kurdpa: Du kedkarên Kurd yên xelkê bajarê Xoyî, di dema kar de rastî bûyerê hatin û canê xwe ji dest dan.

Paşnîvro a roja Yekşemî 27`ê Xezelwerê (18`ê Çiriya Paşîn), du kedkarên Kurd yên xelkê bajarê Xoyî, bi sedema bêhna gazê di kargeha Amoniyakê de fetsîn.

Li gorî gotina yek ji birêveberên Pêtroşîmî a bajarê Urmiyê, ev du kedkarên Kurd, di dema paqjkirina yek ji parên berhemanînê ya kargeha Kirîstala Melamînê de, bi sedema bêhna gazê fetsîn e.

Heya belavbûna vê nûçeyê, nasnameya wan du kedkarên Kurd, nehatiye zelal kirin.

Şevat, fetisîna bi gazê, ketina ji bilindahiyan, nebûna alav û kumên xweparastinê, sedemên birîndarbûn û mirina kedkaran in di dema kar kirinê de, û xuiyaye ku her sal hezaran kedkar rastî bûyerên bi vî rengî dibin.