Du Keçên Îranî Xelata Festîvala Gelawêj Bidest Xistin

18:44 - 26 Çirriya paşîn 2011

Kurdpa: Piştî çar rojan karê berdewam, panzdehemîn festîvala Gelawêj li silêmanî dawî pê hat û di vê festîvalê de keça Kurd ya xelkê Kamyaranê karî xelata yekem di warê lêkolînê bidest bixwe û keça helbestvan ya Sine jî karî xelata duhem ya helbestan bidest bixwe.


Gulale Kemanger, master di ware ziman û wêjeya Farsî û xelkê bajarê Kamyaranê bi lêkolînek li jêr navê “Dîrokek girêdayî û şonasek serbixwe (lêkolînek hundurnasî bû) li ser romanek ji nivîsînên Şêrzad Hesen bi awayek rexnegirane, ew roman analîze kiribû, karî xelata yekem di warê lêkolînê de bidest bixwe.

Gulale Kemanger di hevpeyvînek telefonî de ligel Ajansa Kurdpa raginad: “Li beşa lêkolînkirin a festîvala gelawêj de, çendîn lêkolîn hatin pêşkeşkirin û li dawiyê de lêkolîna min ku li ser berhemek Şêrzad Hesen çîroknivîsê Kurd bû, karî xelata yeke di vê derbarê de bidest bixwe.”

Herwiha di warê helbestan ve Fatime Ferhadî, xelkê bajarê Sine ligel Azad Behîn xelkê başûrê Kuridstanê karîn xelata duhem ya helbestan bixwest bixin.
Festîvala Gelawêj ji sala 1996-an ve li bajarê Silêmanî ji aliyê binkeya Wêjeyî û Ronakbîrî ya Gelawêj dest pê kiriye û di festîvalê de helbest, çîrok û lêkolînên edebî tên pêşkeş kirin.