Du keç û xortek di bajarên cuda yên Îranê de, dawî bi jiyana xwe anîn

15:33 - 14 Çirriya paşîn 2018
Ajansa Kurdpa: Sê hevwelatiyên Kurd yên xelkê bajarên wekî, Îlam û Urmiyê, bi sedemên zelal dawî bi jiyana xwe anîn.

Li gorî nûçeyên ku hatine belavkirin, di heyama çend rojên borî de, keç û xortekê bi sedema astengiyên yek ji malbtên wan, derheq pêkanîna jiyana hevpar, wan dawî bi jiyana xwe anîn.

Nasnameya wî xortî û keçikê, “Nîlûfer Minetî” temen 20 salî û “Riza Mo`ezemî” temen 24 salî hatiye ragehand.

Wan ciwanên Kurd bi xwarina hebên wekî, “hebên Birinc” di heyama sê rojan de, ku di destpêkê de, wî xortî û piştre jî keçikê dawî bi jiyana xwe anîne.

Ji aliyekî din ve, roja Sêşemî 22`ê Xezelwerê (13`ê Çiriya Paşîn) keçeke din ya xelka bajarê Urmiyê, xwe ji bilindahiya avahiya çend qat ya li bajarokê “Şêxtepe” avête xwarê, û dawî bi jiyana xwe anî.

Sedema xwekujiya wê keçikê, arîşeyên malbatî hatiye ragehandin.

Roja Yekşemî 20`ê Xezelwerê, zarokê Kurd, yê bi navê “Sîna Husêynî” û kurê “Selah” xelkê bajarê Serdeştê jî dawî bi jiyana xwe anîbû.

Civaknas û pisporên warê derûnî, li ser vê baweriyê ne ku, hejarî, destengî, bêhêvîbûna di nav ciwanan de, sedemên serekî yên xwekujiyê ne.