Du kasbikarên Kurd bi sebeba gullereşendina rasterast ya hêzên leşkerî yên hikûmetê birîndar bûn

20:58 - 20 Çirriya paşîn 2018
Ajansa Kurdpa: Du kasbikarên Kurd bi sebeba gullereşandina rasterast ya hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê birîndar bûne, û rewşa giştî ya van baş hatiye ragehandin.

Li gorî raporta ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Duşemî 28`ê Xezelwerê (18`ê Çiriya Paşîn), du kasbikarên Kurd yên bi navên “Loqman Fethî û Loqman E`elem” xelkê gundê “Armurde” a girêdayî bajarê Bane, bi sebeba gullereşandina rasterast ya hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê, bi dijwarî birîndar bûne.

Ev du kasbikarê Kurd li ser sînorê bajarê Bane, bûne armanca rasterast ya hêzên leşkerî yên hikûmetê, û herwisa bo çareseriyên pizişkî bo navendên tendrustiyê yên bajarê Silêmaniyê a Herêma Kurdistana Başûr hatine veguhastin.

pêka gotinan, hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê, bi bê hişdarî dana pêştir, gulle berdane ser van du kasibkarên Kurd de.

Her di vê pêwendiyê de jî, roja Şemiyî 26`ê Xezelwerê, kolberê xort yê Kurd yê bi navê “Mêhran Dêhstanîrad, temen 15 salî û xelkê gundê “Doleto” a girêdayî bajarê Serdeştê, bi sebeba gullereşandina rasterast ya hêzên leşkerî bi dijwarî birîndar bûye, û bo çareseriyên pizişikî bo navendên dermanî yên bajarê Serdeştê veguhastibûn.