Du Kalemêran li bajarê Riwanserê dawî bi jiyana xwe anîn

20:15 - 17 Hezîran 2013
Ajansa Kurdpa: Li heyamê kêmtir li mehekê de 2 kalemêrên Kurd li bajarê Riwanserê dawî bi jiyana xwe anîn.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya kurdpa, Şeva bihûrî berwar 16’ê Hezîrana 2013’an welatiyek Kurd binavê “Feyzullah Weysî” kurê Ebdulla û temen 52 salî li gundê “Kilav Kewe”ya ser bi bajarê Riwanserê dawî bi jiyana xwe anî.

Çavkaniyek haydar bi ajansa nûçegihaniya kurdpa ragehand:Ev welatiyê Kurd seva destkurtî û belengaziyê dawî bi jiyana xwe aniye.

Her wiha nêzîk mehek beriya niha kalemêrek 65 salî binavê Reşîd Kerîmî xelkê gundê “Kela Riza” ya ser bi bajarê Riwanserê dawî bi jiyana xwe anî.

Heya niha sedemê xwe kuştina Reşîd nehatiye zanîn.

li gor amara tomar kirî li navenda amara kurdpayê,li destpêka meha Adara îsal heya niha 37 welatiyên Kurd bi sedemên cûr bi cûr dawî bi jiyana xwe anine ku ji wan 19 kes Jin bûne.

Amara han li gor belge û senedên ajansa kurdpa tên bilav kirin û dibe ku amara rastîn ji vê yekê pitir be.